Li rojhilatê Ukrayna şerekî dijwar rûdide

Hêzên Ukraynayê ragihand ku li rojhilatê welêt şerekî giran rûdide. Hemwextî wê hêzên Rûsyayê bi armanca kontrolkirina bajarê Syevyerodonetsk êrişeke dijwar pêk anî. Rûsya jî dibêje di rewşa heyî de ti armancek wan ya karanîna çekên kîmawî nîne.

Hêzên Rûsya li rojhilatê Ukrayna, êdî gav bi gav nêzî armanca xwe dibin.

Li gorî ajansa Reutersê, Serfermanariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Ukraynayê îro li ser hesabê xwe yê Facebookê got, “Hêzên Rûsya êrişî herêmeke girêdayî bajarê Syevyerodonetsk kirine.”

Hakimê herêma Luhansk a rojhilatê Ukraynayê 27’ê Gulanê ragihandibû ku piştî dorpêçkirina hêzên wan çend rojan, hêzên Rûsya ketine bajarê Syevyerodonetsk.

Li herêma Donbas a rojhilatê Ukraynayê şerekî dijwar rû dide.

Moskowê doh destnîşan kiribû ku hêzên alîgirên wan dest danîne ser bajarokê Lyman ê stratejîk, ku koorîdora ber bi her du bajarên mezin Slovyansk û Kramatorsk ve ye.

Li Kargeha Azovstalê cenaze li naverastê ne

Li aliyekî din, li bajarê herî mezin yê pişesaziyê yê Ukrayna nû Ewropayê, dimenên piştî şer asta şerê li welat nîşan dide.

Li kargeha Azovstal a Mariupolê dimenê têkçûna bi dehan çekên giran tên dîtin.

Hîna jî cenaze li naverastê ne.

Rûsya: Ti armanca me ya bikaranîna Çekên Kîmawî nîne

Li aliyê din, balyozê Rûsya li Londonê Andres Keelen teqez kir ku niyeta Moskow tune ye ku di operasyona leşkerî ya li Ukraynayê de çekên kîmyewî bi kar bîne.

Keelen destnîşan kir ku ev çek di van rewşan de bi carekê nayên bikaranîn.

Balyozê Rûsî ji tora “BBC” a Brîtanyayê re wiha got,

“Li gorî bîrdoziya leşkerî ya Rûsya, çekên nukleerî yên taktîkî bi carekê di mîna van şeran de nayên bikaranîn, tu eleqeya wê bi operasyona li Ukraynayê re nîn e.”

Ukrayna: 1,338 tankên Rûsya hatine bêbandorkirin

Sererkaniya Ukrayna ji aliyê xwe ve bîlançoya şerê li welat eşkere kir.

Sererkaniyê diyar kir ku tevî kuştina 150 leşkerên din yên Rûsya di nava 24 saetên derbasbûyî de, heta niha 30 hezar û 150 leşkerên Rûsya hatine kuştin.

Her wiha, 207 balafir, 174 helîkopter, 1,338 tank, 3 hezar û 270 wesayitên zirxî, yên Rûsyayê hatine bêkêrkirin.

li vir dimenê Konaşekov bikar bînin

Wezareta Parastinê ya Rûsya herî dawî 25’ê Adarê jimara kuştiyên xwe eşekere kiribû.

Wezaretê îdia kiribû ku heta wê rojê hezar û 351 leşkerên wan hatine kuştin.

Rûsya: 3,309 tank û wesayîtên zirxî yên Ukrayna hatine bêbandorkirin

Berdevkê wezaretê Îgot Konaşenkov di daxuyaniya xwe ya rojane de ragihand ku heta niha 183 balafir, 128 helîkopter, 3 hezar û 309 tank û wesayitên zirxî yên Ukrayna hatine bêkêrkirin.

Back to top button