ŞANDEYA ROJAVAYÎ Û ZANÎNGEHA ROJAVA HEVPEYMANA XWIŞK Û BIRATIYÊ IMZE KIR

Şandeya ku ji 18 rojnamevan, rewşenbîr û maf-nasên ji gelek dewletên Ewropayê û DYA`yê pêk tê bi zanîngeha Rojava û Akademiya Mezopotamya re hevpeymana xuşik û biratî îmze kirin.
Li gorî hevpeymanê her du zanîngeh wê agahî, zanist, teknîk û akademîsyanan parve bikin.

Şandeya ku ji 18 rojnamevan, rewşenbîr û mafnasên ji gelek dewletên Ewropayê û DYA`yê pêk dihat gera xwe ya Rojavaye Kurdistanê bi îmzekirina hevpeymana xwişk û biratî ya di navbera zaningeha Kalîforniya û zaningeha Rojava, Akademiya Mezopotamya de bi dawî kirin.

Îmzekirina hevpeymanê bi merasîmekê li zaningeha Rojava destpê kir.

Destpêkê, naveroka hevpeymanê hat parvekirin.

Hevpeymana di navbera her du zaningeha de wê 5 salan dewam bike.

Li gorî hevpeymanê her du zanîngeh wê agahî, zanist, teknîk û akademîsyanan parve bikin.

Li ser berjewendiyên hevbeş, semîner, sempoz-yum pisportiyê de bi hevre veguhêzin.

Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê Mihemed Salih Ebdo diyar kir di ku hatina şandeyê ji bo wan serbilindiyek mezin e û spasiya şandeyê kir.

Prof. Andrej Grubacic diyar kir ku hatina wan derfetek gelek mezin bû.

Hevpeyman ji aliyên hevseroka Zaningeha Rojava Rohan Mihemed, Prof. Andrej Grubacic, Rêveberiya Akademiya Mezopotamya Dîcle Elî vê hat îmzekirin.

Piştî îmzekirinê plaket diyarî Prof. Andrej Grubacic hat kirin.

Her weha piştî imzekirinê Hevseroka Zanîngeha Rojava Rohan Mistefa axivî û diyar kir ku hatina şandeyê di demek wiha de tê wateya ku şoreşa Rojava bala hemû kesî dikşîne.

Leave a Reply

Back to top button