Kongra Star: Xwedî li Rêveberiya Xweser derkevin

Kongra Star têkildarî daxuyaniyên dewleta Tirk a dagirker ku dê êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike, daxuyanî da. Kongra Star got, Xwedî li Rêveberiya Xweser derkevin.

Kongra Star bi daxuyaniyekê diyar kir ku Osmaniya Nû bingeha siyaseta Tirkiyê ye û li pêyî plana pêkanîna projeya xwe ya mêtingeriyê ye û got: “Armanc ji dagikirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gefên dagirkeriyeke nû, derbkirina projeya demokratîk a pêkhateyên herêmê ye..

Kongra Star anî ziman ku dewleta Tirk bi dagirkirina herêmê dixwaze cihê xwe yê ku ber bi dagirkirina rojhilata navîn de biçe çêke û wiha domand: “Ew bi vê dixwazin vîna jinan ku projeya demokratîk bi rêve dibe, dike hedef.”

Kongra Star bang li rêxist û tevgerên jinan kir ku xwedî li Rêveberiya Xweser derkevin û li hember siyasetên Erdogan yên li dijî jinan û cîhanê bisekinin.

Back to top button