HPG: Gerîlayan li Girê Hakkarî li dagirkeran da: herî kêm 11 dagirker hatin cezakirin

Dagirkerên ku xwestin ber bi çeperên li herêma Berxwedana Girê Hekkarî ya Metîna ku pevçûnên dijwar diqewimin bi pêş ve biçin, ji her du aliyan de hatin gulebarankirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku li herêma Berxwedan a Girê Hakkarî ya Metîna şerên dijwar rû dane û gerîlayan bi awayekî bi bandor derbe li dagirkeran dane û got: “Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabur de, dagirkerên ku xwestin ber bi çeperên şer ên Şehîd Akîf ve bi pêş ve biçin, ji her du aliyan ve hatin gulebarankirin.

Herî kêm 11 dagirker hatin cezakirin.

Cenazeyên 2 dagirkeran di bin kontrola gerîlayan de ne.”

Back to top button