Li Serêkaniyê erebeyek teqiya 3 çeteyên Firqeya El-Mutesim hatin kuştin

Duh li nêzî herêma Aliya ya başûrê Serêkaniyê erebeyek teqiya.
3 çeteyên Firqeya El-Mutesim hatin kuştin.

Li gor agahiyan erebeyek li gundê Hoş ê herêma Aliya ya başûrê Serêkaniyê yê dagirkirî hate teqandin.

Tê de 3 çeteyên Firqeya El-Mustesim hatin kuştin.

Ji wan serçete Ebû El-Nor El-Coanî ye.

Lê tu agahiyên li ser kesên bi serçete re bi dest neketin.

Hemwextî vê teqînan nakokiyên di navbera çeteyên dagirkeriyê de li Serêkaniyê zêde dibin.

Back to top button