DERBARÊ TEQÎNA QAMIŞLO DAXUYANÎ JI HÊZÊN EWLEKARIYA HUNDIRÎN

Navenda Ragihandina hêzên ewlekariya hindirîn a Bakur û Rojhilatê Sûrî, têkildarî teqîna ku duh li bajarê Qamişlo pêk hat, daxuyaniyek nivîskî weşand.
Hêzên ewlekariyê ragihand ku, idiayên dibêjin şehadet çêbûye û wêneyên sûcdaran hatine belavkirin, ji rastiyê dûr in.

Hêzên Ewlekariyê diyar kir ku, piştî teqînê li ser medyaya torên civakî idiaya ku hejmarek sivîl û leşker şehîd bûne belav bûn.

Hêzên ewlekariyê di heman demê de, destnîşan kir ku, hin malperên dijber wêneyên du kesan ku qaşo destê wan di teqînê de heye belav kirin.

Armanca wan jî ew e ku çavan ji kesên teqîn pêkanîne dûr bixînin..

Hêzên Ewlekariya hindirîn teqez kir ku, agahiyên ku hatine belavkirin ji rastiyê dûr in.

Tişta rast ew e ku lêpirsîn dewam dike û wê kesên teqîn pêk anîne werin girtin û agahî bi raya giştî re werin parvekirin..

Duh jî hêzên ewlekariyê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku, di encama teqînê de tenê ziyanên madî çêbûne.

Leave a Reply

Back to top button