Li Efrînê dagirkran ji navçeyên Cindirêsê û Mabata 3 welatî revandin

Hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrîna dagirkirî her diçe zêde dibe. MÎT’a Tirk ji navçeyên Cindirêsê û Mabata 3 welatî revandin.

Li gorî nûçeya ANHA’yê MÎT’a Tirk welatiyê bi navê Nîzar Mihemed Boziyan yê 25 salî yê ji Cindirêsê revandin.’

Hat ragihandin ku kesê navborî dema diçû navenda Efrînê li ser bendê kontrolê hatiye revandin.

Hat diyar kirin dagirkeran ew birin cihekî ne diyar û dest danîn ser erebeya wî.

Her wiha ji navçeya Mabetayê, jî dagirkeran welatiyê bi navê Sedellah Omer Mihemed Seydî yê ji Şêxûtka yê navçeya Mabeta yê revand.

Ev nêzî mehekê ye çeteyan welatiyê bi navê Mihemed Şukrî Şêx Seydî yê ji heman malbatê revand û çarenûsa wî heta niha ne diyar e.

Çeteyan di 24’ê vê Gulanê de welatiya bi navê Helîme Çolo a 55 salî a ji gundê Gewenda yê Racoyê revand.

Çeteyan Helîme Çolo birin navenda xwe ya navçeyê û çarenûsa wê heta niha ne diyar e.

Back to top button