PARTIYA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK PYD: DEREWÊN AKP’Ê NEMA JI KESÎ RE VEŞARTÎ NE

Partiya Yekîtiya Demokartîk têkildarî gotinên Elî Yeldirim ên derbarê Kurdên Sûrî de daxuyaniyek nivskî weşand.

 

PYD’ê diyar kir ku divê gelên Tirkiyê û Sûriyê zanibin ku, derewên Dewleta Tirk nema veşartî ye û aloziya Sûrî keysbaz dike.

PYD’ê balkişand ser dagirkriya li Efrînê û destnîşan kir ku li Efrînê rojane rêbazên hovane derheqê, şênî, dar û keviran de pêk tên, lê rizgarkirina wê ne dûr e.

PYD’ê teqez kir ku, hebûna Dewleta Tirk di axa Sûrî de êdî qediya ye û daxuyanya xwe wiha domand:

“Dewleta Tirk idia dike kum herêmên Rêveberiya Xweser li ser wê xeteriyeke, lê di rastiyê de, ew hewl dide bi vê yekê çavan ji aloziya xwe bigire..digire..

AKP’ê bi derewen xwe ku herêmên rêveberiya xweser wê ewlehiya Tirkiye bixe metirsiyê, çavan ji ser aloziya xwe dadigerîne.

Em teqez dikin rizgarkirina Efrînê ne dûr e, her wiha dagirkeriya Tirkiyê li giştî xaka Sûrî êdî tiştekî qedyayî ye.

Em bi navê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê vê daxuyaniyê bi temamî red dikin û em ji gelê Tirkiyê û Sûriyê re bi hemû pêkhateyên xwe teqez dikin ku derewên AKP’ê nema ji kesî veşartiye.

Leave a Reply

Back to top button