Salih Simo: Armanca Tirkiyê koçberkirina xelkê ye

Hevserokê Meclisa Navçeya Zirganê û Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê li Minbic diyar kirin ku armanca êrişên Tirkiyê koçberkirina xelkê resen e.

Hevserokê Meclisa Navçeya Zirganê Salih Simo dibêje ”Tirkiyê di demên dawî dike navçeya Zirganê rojane topbaran dike. sivîlan dike armac û zirarek mezin li mal û milkên xelkê dike”.

Salih Simo anî ziman ku armanca êrişan koçberkirina xelkê navçeyê ye û piştrast kir ku dê xelkê navçeyê dev ji axa xwe bernedin û li hember êrişan dê li ber xwe bidin.

Mihemed Berkel bang li hêzên garantor kir: Li hember êrişên Tirkiyê bi erkên xwe rabin

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê li Minbic Mihemed Berkel derbarê mijarê de axivî û bang hêzên garantor yên li herêmê kir ku li hember êrişan bi erka xwe rabin.

Back to top button