Gerilayê berê Petro ber bi serokomariya Kolombiyayê ve diçe

Li Kolombiya doh hilbijartina serokomariyê pêk hat.
Di hilbijartina ku bo tûra duyemîn mayî de, gerîlayê berê Gustavo Petro di astekî pir zêde de li pêşiya rikberên xwe bû.
Di dîroka Kolombiyayê de cara duyemîn e ku çepgir di hilbijartinên serokomariyê de encameke bi vî rengî bi dest dixe.

Li Kolombiya çepgir gav bi gav nêzî posta serokomariyê dibin.

Gerîlayê berê Gûstavo Petro yê sosyal demokrat ê 62 salî, di hilbijartinên doh de ji sedî 40.34’ê dengan wergirt.

Tevî vê jimara zêde ya dengan jî Petro nekarî serokomariyê garantî bike.

Ji ber wê yekê li welat hilbijartin ji bo tûra duyemîn ma.

Milyarderê populîst Rodolfo Hernandez ku xwe weke dijberê nelirêtiyê nîşan dide, surprîzek kir û ji sedî 28.1 ê dengan wergirt û ji tûra duyemîn re ma.

Namzetê milyarder di tûra duyemîn de wê karibe sûdê ji dengên rastgirên kevneşop werbigire.

Bi taybetî di tûra duyemîn de dengê Federîco Gûtîerrez ku ji sedî 23.7 e dikare ji Hernandez re biçe.

Gûtîerrez ê dijberê komunîzmê zû qebûl kir ku têk çûye û piştre îdîa kir ku Gûstavo Petro “ji bo demokrasî, azadî, aborî, malbat û zarokan” xetere.

Tûra duyemîn a hilbijartinê wê di 19’ê Hezîranê de bê kirin.

Petro ku li nava malbateke xizan ji dayk bû di 17 salî de tevlî nava tevgera gerîla ya bi navê Tevgera 19’ê Nîsanê bû.

Ev tevger ku sala 1970’î ava bû, 1990’î xwe betal kir û veguherî partiyeke siyasî.

Hevrikê wî Rodolfo Hernandez jî weke ‘Donald Trump’ ê Kolombiyayê tê pênasekirin.

Back to top button