Piştî 7 mehan li Sûdanê rewşa awerte rabû

Li Sûdanê nîşaneyên arambûna aloziya li welat xuya dikin.
Serokê Meclisa Serweriyê ya Sûdanê Orgeneral Abdulfettah el-Burhanê Rewşa Awarte ku di 25’ê Cotmeha 2021’an de ragihandibû, rakir.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Meclîsa Serweriya Sûdanê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku ji bo di pêvajoya veguhêz de aramî pêk were û bi awayekî bibandor û watedar diyalog bê meşandin, li seranserê welêt Rewşa Awarte hat rakirin.

Leşkerê ku di 25’ê Cotmeha 2021’an de desthilatdarî bi dest xistibû, piştî ragihandina Rewşa Awarte hikûmet fesih kir.

Piştî vê Serokwezîr Abdullah Hamdûk jî di nav de bi dehan siyasetmedar hatin binçavkirin.

Înîsiyatîfên ku ji aliyê NY û Yekîtiya Afrîkayê ve ji bo çareserkirina krîza siyasî ya ku piştî artêşê dest danîn ser rêveberiyê dest pê kir, hîna encam negirtine.

Artêşê ragihandibû ku heta hilbijartina Tîrmeha 2023’an ew ê li ser desthilatdariyê bimînin.

Li gorî çavkaniyên serbixwe, ji roja despêka xwepêşandanên daxwaza rêveberiyeke sivîl dike û heta niha 98 kes hatine kuştin.

Back to top button