Rûniştina doza sereke ya Hevserokê Berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş îro dest pê kir, Demîrtaş di danaşînê de got: Li Tirkiyê ji bo mirov nemirin em têdikoşin.
Rûniştina doza sereke ya Hevserokê Berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş îro dest pê kir.
Demîrtaş, ji Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê bi rêya dîmen tevlî rûniştinê bû û got:
Ji bo li Tirkiyê aştî û demokrasî belav bibe em têdikoşin, lê li Tirkiyê her tişt dibe sûc.
Ji ber vê sedemê axaftina bûye mijara fezlekeyê ji xebateke siyasî wêdetir tiştek din nîne.
DADGEHA CEZAYÊ GIRAN A RIHAYÊ
LEYLA GUVEN, FATMA Û MEHMET OCALAN BERAAT KIRIN
Li aliyekî din di sala 2017’an de Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk KCD’ê Leyla Guven û Mehmet û Fatma Ocalan beşdarî pîrozbahiya rojbûna Rêber Ocalan bûbûn, bi sûcê “Propagandaya rêxistinê kirine” doz hatibû vekirin.
Leyla Guven û Mehmet û Fatma Ocalan ji doza ku hatibû vekirin beraat kirin.