Sala xwendinê ya 2021-2022 bi şahî û xelatkirina şagirtan bi dawî bû

Sala xwendinê ya 2021-2022 bi dawî bû.
Mamosteyên dibistanan bawernameyên şagirtan li wan belav kirin û diyar kirin ku sala xwendinê ya îsal bi awayekî serkeftî derbas bû.

Îro sala xwendinê ya 2021 – 2022 bi belavkirina bawernameyên şagirtan bi dawî bû.

Mamosteyên dibistana Girbawî ya girêdayî Qamişloyê sala xwendinê bi şahiyekê bi dawî kirin.

Di şahiyê de bawername û xelat li şagirtan hate belavkirin, her wiha şagirtan hunerên xwe pêşkêş kirin.

Mamosteyên dibistanê diyar kirin ku berî niha wan gelek astengî didît, lê sal bi sal xwendin bi pêş dikeve û asta şagirtan baştir dibe.

Back to top button