Yekîtiya Parêzeran: Dewleta Tirk dixwaze herêmên dagirkirî tevlî xaka xwe bike

Bertekên gelê herêmê ên li dijî plan û projeyên mêtingeriyê yên dewleta Tirk li herêmên dagirkirî dewam dikin.
Desteya Giştî ya Yekîtiya Parêzeran projeyên mêtingeriyê ên dewleta Tirk şermezar kir û bang li pêkanîna biryara NY ya 2254’an kir.

Desteya Giştî ya Yekîtiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li pêşiya avahiya dadgehê ya bajarê Reqayê der barê mijarê daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Yekitiya Parêzeran a Reqayê Xalid El-Hesen hat dayîn.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku vegerandina koçberên Sûrî li herêmên dagirkirî sûcekî şer e û li dijî qanûnên navneteweyî ye û hat gotin:

“Rêjîma Tirk ji vê planê hewl dide herêmên dagirkirî wek Lîwa Iskenderon ji xaka Sûriyê veqetîne û tevlî xaka xwe bike.”

Di daxuyaniyê de bêdengiya civaka navneteweyî û komkara Erebî a li beramberî projeyên mêtingeriyê jî hat şermezar kirin.

Di dawiyê de bang li hemû saziyên qanûnî û hiquqî yên cîhanê hat kirin ku li dijî plana mêtingeriyê bisekinin û biryara NY ya 2254’an were pêkanîn.

Back to top button