Hêzên Rizgariya Efrînê di 26 û 27’ê Gulanê de li Efrîn a dagirkirî çalakî lidarxistin.
Hêzên Rizgariyê eşkere kir ku di çalakiyan de 3 Leşker û 2 çeteyên artêşa Tirk a dagirker hatine kuştin.
Li gorî daxuyaniya Hêzên Rizgariya Efrînê,
“26’ê Gulanê di navbera gundên Gobelê û Basilê yên navçeya Şêrawa ya Efrînê de, li dijî wesayiteke zirxî ya bi tîpa Kîrpî ya artêşa Tirk a dagirker çalakiyek hat lidarxistin.
Di encamê de wesayita zirxî bi temamî teqiya û 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin, 7 jî birîndar bûn.
27’ê Gulanê jî di navbera gundên Bir Heyder û Kîmarê yên navçeya Şêrawayê çalakî hat lidarxistin…
Di çalakiyê de 2 çete hatin kuştin, 4 jî birîndar bûn.”