MSD: Ji bo çareseriyê û rêgirtina li dagirkeriyê divê em hevgirtî bin

Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê bi armanca şîrovekirina geşedanên siyasî yên dawîn li herêmê, li Reqayê civînek li dar xist. Rûspiyên êlên Reqa, Idlib û yên ji herêmên din ên Sûriyê ku koçber bûne di civînê de amadebûn. Rûspiyan anîn ziman ku ji bo çareseriya pirsgirêka Sûriyê, ew piştgiriya MSD’ê û QSD’ê dikin.

Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê bi armanca şîrovekirina geşedanên siyasî yên dawîn li herêmê, li Reqayê civînek li dar xist..

Rûspiyên êlên Reqa, Idlib û yên ji herêmên din ên Sûriyê koçber bûne di civînê de amadebûn..

Di civînê de endama Nivîsgeha MSD`ê Jiyan Mela axivî, erk û xebatên MSD’ê yên li ser astên siyasî û civakî anî ziman û got: “Em di pêvajoyeke hesas re derbas dibin. Gelek gef li ser herêmê hene. Bi taybet ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve ku dixwaze herêmê dagir bike.

Guhertina demografiyê ku li herêmê pêk tê gelekî xeter e.”

Endama rêveber a Nivîsgeha Jinan a MSD`ê Zebiye El-Nasir jî anî ziman ku divê êlên herêmê ji bo peydakirina çareseriyeke siyasî li Sûriyê û parastina ji dagirkeriyê hevgirtî bin..

Zebiye El-Nasir diyar kir ku her alozî dirêjtir dibe berdêla wê jî zêde dibe û got: “Tenê gelê Sûriyê berdêlê dide û gelek alî ji vê yekê sûd digrin.

Divê em bibin yek û xwedî biryar bin.”

Endamê Desteya Rêveber a MSD`ê Elî Rehmûn anî ziman ku ev herêm ji kongre û civînên ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê tê dûrxistin û got: “Armanc têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e.

MSD`ê ji diyalogê re vekirî ye, bi pirrengiyê û nenavendîbûnê bawer e.

Divê em û rûspiyên Reqa û bajarên din çareseriyeke siyasî ji herêmê re bibînin ku mafên Sûriyan biparêzin.”

Rûspiyên herêmê: Em heta dawiyê bi MSD’ê û QSD’ê re ne

Rûspiyan di cijvînê denêrînên xwe parve kirin, pêwîstiya hevgirtina pêkhateyan û êlan ji bo parastina yekitiya Sûriyê anîn ziman.

Her wiha piştgiriya xwe ji bo MSD û QSD`ê careke din ragihandin.

Back to top button