Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê bê navber êrişî herêmê dikin.
Duh jî gundê rojavayê Eyn Îsayê hat topbaran kirin.
Duh bi şev artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran gundê Mielek ê rojavayê Eyn Îsayê topbaran kirin.
Piştî nîvro jî artêşa Tirk a dagirker gundên Xirnate, Semûqa û Bendava Şehbayê yên kantona Şehbayê û gundê Şewarxe yê navçeya Şera ya Efrînê topbaran kirin..
Zêdetirî 10 top li van gundan ketin…
Ev demek li pey hev dewleta dagirker herêmê topbaran dike .
Hêzên garantor li herêmê jî li hember van êrişan bêdeng e .