Çalekvanên Ereb: Gerîla projeya Osmaniya nû têk dibe

Çalakvanên Ereb ên ji kantona Hesekê eşkere kirin ku lehengiya gerîla dê projeya Osmaniya nû têk bibe.

Çalakvanê sivîl Yûsif El-Zahir diyar kir ku gerîla efsaneyên lehengiyê dinivîsîne û li hember planên Tirkiyê disekine.

Yûsif anî ziman ku Tirkiyê dixwaze gelên ku baweriya wan bi fikreyên neteweya demokratîk tê tune bike.

El-Zahir piştgiriya xwe ya bi gerîlayan re teqez kir û piştrast kir ku ew ê erka ku dikeve ser milên wan pêk bînin.

Çalakvaniyê siyasî Fadil El-Hisên jî dibêje:

Tevî hemû derfetên mezin ên dewleta Tirk em dibînin ku berxwedan bi ser dikeve, dagirker ziyanan dibîne.

El-Hisên destnîşan kir ku ew girêdayî gerîla ne û destekdayîna ji wan re erka wan e.

Back to top button