Li Êlihê polîsên Tirk 11 jin binçav kirin

Li Êliha Bakurê Kurdistanê polîsên Tirk bi ser malan de girtin û 11 jin biçav kirin.

Serê vê sibehê li Êlihê polîsên Tirk bi ser çend malan de girtin û 11 jin binçav kirin ew jî ev in:

Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz, Hevşaredara Bekirhanê Gulîstan Sonuk,

Hevşaredara Hezoyê Nazîme Avcî, Hevseroka HDP’ê ya Êlihê ya berê Fatma Ablay,

Endama Meclîsa Giştî Semra Guneş, Hevseroka Giştî yê HDP’ê ya Bajêr Gurbet Dogan,

Aktîvîstên TJA’yê Gurbet Bozyîgît, Halîde Keser, Gulnur Delî, Zeynep Oduncu û Ruken Zeryam Işik.

Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Êlihê.

Back to top button