Amerîka: Ji têkbirina aramiyê dûr bikevin

Dewleta Tirk ji bo destpêkirina tevgereke nû a dagirkeriyê li dijî herêmê Bakurê Sûrî, hewl dide piştgirî û destûrê ji hêzên cîhanî werbigre.
Di vî warî de bi taybet jî pêwendiyan li gel Amerîka û Rûsyayê dike.
Amerîka doh careke din Enqere hişyar kir ku ji tevgerên têkbirina aramiya li herêmê dûr bikeve.

Di navbera berdevkê şefê rêjîma Tirk Îbrahîm Kalin û Şêwermendê Ewlekariya Milî yê Amerîkayê Jake Sullivan pêwendiya telefonî pêk hat.

Her çendî ev yek di bin navê gotûbêjkirina şerê Ukrayna û aloziya li herêmê hatibe kirin jî lê eşkere bû ku mijara sereke a aliyê Tirk, êrişa li dijî Bakûrê Sûrî bû.

Têkildarî naveroka Pêwendiyê Koşka Spî daxuyaniyek nivîskî weşand.

Li gorî vê, Sullivan careke din Tirkiyê hişyar kir ku ji hewldan û tevgerên têkbirina aramiya herêmê dûr bikeve.

Şêwermendê Ewlekariya Amerîkayê wekî din bang li hukûmet Tirk kir da ku li gorî pêwîstiya agirbesta sala 2019’an tevbigere.

Serokomarê Tirkye Erdogan piştî civîna lijneya wezîran a 23’ê Gulanê di daxuyaniyeke çapemeniyê de bi aweyekî eşkere gefa dagirkirkeriyeke nû li bakurê Sûrî xwaribû.

Erdogan careke din qala kurahiya 30 kîlometre ya li sînorê welat anîbû ziman.

Her wiha nanîbû ziman ku dema artêş, Îstixbaret û ewlehiyê xebatên xwe qedandin wê êriş despê bike.

Piştî van daxuyaniyên Erdogan, li ser mijarê ji Wezareta Karên Derve û Parastinê ya DYA daxuyanî hatibûn dayîn.

Wezaretan anîbû ziman ku di rewşa êrişeke li herêmê de, wê ziyan li têkoşîna Koalîsyon û QSD’ê ya li dijî DAIŞ’ê bibe.

Back to top button