Rûpsiyên eşîrên Ereban ên kantona Hesekê dibêjin plana Tirkiyê a Guhertina Demografîk binpêkirina serdestiya xaka Sûrî ye.
Rûspiyê êla Cibûr a Kantona Hesekê Mihemed El-Birak plana Tirkiyê red kir û da zanîn ku guhartina demografî binpêkirina seweriya welat.
El-Birak anî ziman ku sedema berdewamkirina dewleta Tirk ji sûcan re, ew e ku Komkara Dewletên Ereban bi erka xwe ranabe.
Şêxê eşîra El-Ubêd, Salih El-Ubêdî da zanîn ku projeya Tirkiyê xeteriyê li ser tevahiya gelê herêmê çêdike û dê bandorê li dewletên cîran jî bike.
Salih El-Ubêdî helwesta dewletên Ereb a li hemberî rewşa Sûriyê jî rexne kir got: ”Divê Komkara Dewletên Ereban vê projeyê red bike.”