Li Ermenîstanê bêtirî 100 kes hatin binçavkirin

Li Ermenîstanê hêrsa li dijî hikumeta Serokwezîr Nîkol Paşînyan kêm nabe.
Doh xwepêşandêran xwestin bikevin avahiya hikumetê ya li peytext Êrîvanê.
Di encama aloziya derketî de, bêtirî 100 kesî hatin binçavkirin.

Piştî têkçûna Ermenîstanê ya li Qerebaxê, bertekên li dijî Serokwezîr Nîkol Paşînyan kêm nabin.

Li dijî diyarkirina statuyeke nû ya Qerebaxê û vegerandina têkiliyên bi Azerbaycanê re, mûxalefet ji Gulana borî ve xwepêşandanên xwe di bin navê “Berxwedana Sivîl” de didomîne.

Bi sedan xwepêşandêr li ber konên protestoyî yên ku li Meydana Fransa ya li paytext Erîvanê vedan kom bûn.

Li wir xwepêşandêran gotinên tund ji bo Paşînyan kirin û daxwaza îstifaya wî kirin.

Di navbera xwepêşanderên ku xwestin bikevin avahiya hikûmetê û polîsan de şer derket.

Piştî mudaxeleya tund a polîsan zêdeyî 100 xwepêşander hatin binçavkirin.

Çalakgerên ku nekarîn bikevin avahiyê û şûnde vegeriyan konên li qadê.

Hate ragihandin ku di mudaxeleya polîsan de gelek xwepêşandêr birîndar bûne.

Back to top button