NYT: Erdogan di çavê NATO de “hêza xeraker e”

Serokomarê Tirkiye Erdogan bi polîtîkayên xweyên bazirganiyê li nava welatên Rojava bûye cihê hêrsê.
Ev yek herî dawî di mijara Swêd û Fînlandiya ya ji bo Endamtiya NATOyê de derket.
Rojnameya New York Times di gotarek xwe de parvekir ku êdî Erdogan di çavê endamên NATO de weke “hêza xeraker” tê dîtin.
Têkildarê vê senetorên Amerîkî jî bi peyaman ragihandin ku Tirkiye divê weke hevalbendeke girîng neyê dîtin.

Rojnameya New York Times a ku yek ji rojnameyên sereke yên DYA’yê ye, der barê daxuyaniya Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan a li ser serlêdana endamtiya Fînlandiya û Swêdê ya ji bo NATO’yê nirxandin kir.

Rojnameyê got,

“Tirkiyeya Erdogan hevalbendê NATO yê kar asteng dike ye.”

Di gotarê de hat destnîşankirin ku rayedarên rojavayî dema gotina Erdogan a wê endamtiya her du welatên Skandînavyayê veto bike bihîstin, hêrs bûn lê matmayî neman.

Veto ya Erdogan ji bo Putin wê bibe serkeftinek girîng

Di gotara tê de hate destnîşankirin ku vetoya Erdogan a di NATOyê de bûye sedema rewşeke ku li gorî daxwaza Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ne û di van salên dawî de Putin û Erdogan zêdetir nêzî hev bûne.

Îşaret biwê yekê hatiye kirin ku eger endamtiya Fînlandiya û Swêdê bê redkirin wê ev yek ji bo Putin serketinek girîng be.

Di analîzê de hat nirxandin ku Tirkiyeya Erdogan bûye pirsgirêkeke ku divê were birêvebirin.

Hat destnîşankirin ku wî bi taybetî piştî hewldana derbeyê ya sala 2016’an bi siyaseta xwe ya îslamî ya otorîter û populîst a di serdema serokomarî û serokwezîrtiya xwe de, Tirkiye ji Ewropa dûr xist.

“Dixwaze berî hilbijartinê di siyasetê de desketiyan bidest bixe”

Piştî bertekên Erdogan yên li dijî endamtiya welatên navbûrî, li nava welatên Rojava fikra gelê bê Tirkiye wê NATO hîn baştir bibe yan na derketiye.

Gelek pispor di wê baweriyê de ne, Erdogan di dawiyê de wê endamtiya van erê bike.

Ev helwesta Erdogan jî weke daxwaza berî hilbijartinê di siyasetê de desketiyan bidest bixe hate şîrovekirin.

Balyozê berê yê DYA’yê yê Tirkiye û Fînlandiyayê Eric S. Edelman, diyar kir ku Erdogan bi vetoyê dixwaze ji Putin re nîşan bide ku ew hîna bi kêrî wî tê.

Senatorê DYA: Divê li dijî Erdogan bêdeng nemînin

Têkildarî heman mijarê Endamê Kongressa Amerîka Frank Pallone jî bi peyameke li ser hesabê xwe yê Twîtterê wiha got:

Divê Tirkiye weke hevalbendeke girîng yê Amerîkayê neyê dîtin û neyê dîtin. Me dît ku Erdogan gelek caran xiyanet li nirxên me yên NATOyê kir. Divê em dudilî nebin ku binpêkirinên wî yên eşkere yên mafên mirovan û pêkanînên nedemokratîk bînin ziman.

Back to top button