Endamê Hêzên Erka Xweparastinê Mihemed El-Sayil li Tirbespiyê hat oxirkirin.
Endamê Hêzên Erka Xweparastinê Mihemed El-Sayil di 28`ê Gulanê de dema li ser erka xwe bû şehîd bû.
Îro bi sedan şêniyên Tirbespiyê ya kantona Qamişlo di merasîma oxrikirinê ya şehîd Mihemed El-Sayil li goristana Şehîd Dilşêr ya li gundê Dugirê, amede bûn.
Li gortistanê Hevserokê Desteya Kar û Barên Civakî û Xebitandinê ya Herêma Cizîrê Hisên El-Elî û Ji fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mihemed Zêdan axivîn.
Di axaftinê de sersaxî ji malbata şehîd re hate xwestin û soza berdewamiya riya şehîdan hat dayîn.
Piştre wesîqeya şehadetê hat xwendin û radestî malbata şehîd hat kirin.
Di merasîmê de apê şehîd, Îbrahîm El-Sayil jî axivî û soza berdewama riya şehîdan da.
Paşê cenazeyê şehîd diruşman hat veşartin.