Hêzên Rûsya ji herêma Nikolayevka ya Xersonê vekişiyan

Di şerê li Ukrayna de, hêzên Rûsya roj bi roj zêdetir nêzî armanca xwe dibin. Lê dema ev yek pêk tê jî, hêzên Rûsya ji herêmên Xersonê vedikişin. Artêşa Ukrayna îdia dike ku ev vekişîn piştî darbên wan yên xurt pêk hatiye. Hemwextî vê, Moskow ragihand ku hêzên wan cenazeyê 152 leşkerên Ukrayna li kargeha Azovstal a Mariupolê dîtin. Li herêma Severotondsk rojnamevaneke Fransî di dema veguhestina sivîlan de jiyana xwe ji dest da. Rêveberiya Parîsê ev êrişa Rûsya bi tundî şermezar kir.

Sererkaniya Ukrayna ragihand ku hêzên Rûsya ji herêma Niko-layevka ya Xersonê vekişiyane.

Sererkaniyê îdia kir ku piştî derbên xurt yên li artêşa Rûsya hatîn xistin ew neçar mane peşde vekişin.

Rêveberiya Kîevê diyar kir ku hêzên Rûsya ji bo êrişeke nû ya li ser herêma Slobo-jankiye ya Dnipro xwe amade dikin.

Di vê navberê de, yekem gemiya Rûs a bargiriyê ya bi 2 hezar û 500 ton hesin ji bajarê Mariupolê yê Ukraynayê, ber bi bajarê Rostovê yê Rûsyayê ve bi rê ket.

Di êrişa hêzên Rûsya de rojnamevanê Fransî Federic hat kuştin

Li gorî nûçeya ku çapemeniya Fransayê spartî waliyê Luhanskê, wesayîta ku dixwest 10 sivîlên li herêma nêzî gundên Severedonetsk ku di nav de rojnamevanê Fransî Frederic Leclerc-Imhoff jî heye derxîne, bo armanca hêzên Rûsya.

Rojnamevanê Fransî Leclerc-Imhoff ji ber parçeyek li stûyê wî ket jiyana xwe ji dest da.

Leclerc-Imhoff ji bo ku rastiya şer nîşan bide li Ukraynayê bû.

Wezîra Derve ya Fransayê Catherine Colonna di daxuyaniyekê de kuştina rojnamevan şermezar kir.

Artêşa Rûsya cenazeyê 152 leşkerên Ukrayna li Kargeha Azovstalê dîtin

Wezareta Parastinê ya Rûsya di daxuyaniya xwe ya rojane de diyar kir ku hêzên wan li kargeha Azovstal ya Mariupolê cenazeyê 152 leşkerên Ukrayna dîtine.

Berdevkê wezaretê Îgor Konaşenkov di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de got,

Heta niha 184 balafir, 128 helîkopter, 3 hezar û 342 tank û maşîneyên zirxî yên Ukrayna hatine bêkêrkirin.

Ukrayna: 30,500 leşkerên Rûsya hatine kuştin

Sererkaniya Ukrayna jî ji aliyê xwe ve bîlançoya şer eşkere kir.

Sererkaniyê diyar kir ku di nava 24 saetên dawiyê de, 150 leşkerên Rûsya hatine kuştin û bi vê re jimara leşkerên hatine kuştin derket 30 hezar û 500’î.

Her wiha; 208 balafir, 174 helîkopter, 1,358 tank û 3 hezar û 302 maşînên zirxî yên Rûsyayê hatine bêkêrkirin.

Back to top button