HPG’ê: Di encama derbên giran de 44 leşker hatin kuştin

Di salvegera 18’an a Pêngava 1’ê Hezîranê de, gerîlla li herêmên Zap, Avaşîn, Metîna û Xakûrkê darbên giran li artêşa Tirk dan. Li gorî daxuyaniya HPG’ê di rêzeçalakiyan de 44 leşlerên artêşa Tirk hatin kuştin. Her wiha hejmarek ji çek û alavên leşkerî jî ketin destê gerîlla.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî encama çalakiyên gerîlla li dijî hêzên artêşa Tirk daxuyaniyek da.

Navendê diyar kir ku bi boneya salvegera 18’an a Pêngava 1’ê Hezîranê, gerîllayan derbên giran li artêşa Tirk dane û têkildarî encamên çalakiyan ev agahî hatin parve kirin:

. Li herêma Zapê

30’ê Gulanê, hêzên artêşa Tirk hewl dan xwe nêzî çeperên şer ên Qada Girê FM bikin.

Gerîllayên jin li dijî dagirkeran çalakiyên bi bandor lidar xistin.

Bi giştî di çalakiyan de 18 leşker hatin kuştin.

Gerîlla çûn ser cenazeyê 4 leşkeran.

3 çekên MPT-5, 3 dûrbînên leşkerî, cihazeke lazer, û belgeyên leşkerê binavê Ugur Dogru ketin destê gerîlla.

29’ê Gulanê, hêzên artêşa Tirk hewl dan bi teqemeniyan êrişî çeperên şer ên Qada Karker bikin.

Di encama destwerdana gerîlla de, leşkerên dagirker 20 kîlogram teqemenî li pey xwe hiştin û reviyan.

30’ê Gulanê dîsa li Qada Karker leşkerên xwestin pêşde werin bûn armanca gerîllayên jin ên sekvan.

Di encamê de 2 leşker hatin kuştin.

. Li herêma Metîna

27’ê Gulanê leşkerên li derdora çeperên şer ên Qada Girê Hakkarî, bûn armanca lêdana gerîlla.

Çalakiyên bi bandor ji 2 baskan ve pêk hatin û di encamê de 18 leşker hatin kuştin.

28’ê Gulanê dîsa li Girê Hakkarî, gerîlla bi ser çeperên artêşa Tirk de girtin.

Li vir jî 3 leşker hatin kuştin, 1 jî birîndar bû.

Bersivdayîna gerîlla a li Girê Hakkarî 30’ê Gulanê jî dewam kir.

Gerîlla li derdora çeperên şer ên Girê Şehîd Zemanî li dagirkeran dan û di encamê de 3 leşker hatin kuştin.”

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê têkildarî encama çalakiya 29’ê Gulanê ya li Girê Hakkarî ev agahiyên nû parve kirin:

Di çalakiya bi bandir de 11 leşker hatin kuştin.

Gerîlla çûn ser cenazeyên 9 leşkeran û nasnameyên dagirkerên binavê Yûnus Eylîk, Alî Taşkin, Mevlûd Çetîn û Ahmet Akpinar zelal kirin.

Di vê çalakiyê de gelek çek û cebilxane jî ketin destê gerîlla.

. Li herêma Xakûrkê

28 û 29’ê Gulanê dagirker li Girê Şehîd Axîn, bûn armanca lêdana gerîllayên YJA Starê.

Di encamê de derb li çeperên leşkeran hatin xistin û pergala kamereya şopandinê jî hate tinekirin.

Back to top button