Dagirkeran gundên Şehba û Şêrawa topbaran kir

Dewleta Tirk û çeteyên wê bê navber êrişî herêmê dikin.
Îro careke din dagirkeran gundên Şêrawa û Şehbayê topbaran kirin.

Artêşa Tirk a dagirker vê sibehê gundê Um Hoş , Um Qura û Wehşiyê ê kantona Şehbayê topbaran kir.

Hemwextî wê, gundê Aqîbê yê navçeya Şêrawa jî hat topbarankirin.

Li gor agahiyan, 8 guleyên obîsê li herêmê ketin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê piştî nîvro jî gundên Ziwan û Şealê yên herêma Şehbayê topbaran kirin

Gelek top li van gundan jî ketin.

Duh bi şev jî artêşa Tirk bi çekên giran gundê Mielek ê rojavayê Eyn Îsayê topbaran kir.

Tevî ev demeke dewleta Tirk êrişên xwe yên li ser herêmê zêde kirine, hêzên garantor li hember van êrişan heta niha bêdeng e.

Back to top button