“YE” JI BO LÊGERÎNA GAZÊ DÎSAN BANG LI ENQEREYÊ KIR, ERDOGAN JÎ BI ISRAR E

Nakokiyên Tirkiye û Qibirsê li ser herêma rojhilatê Deryaya Spî zêde dibin.
Serokê Qibirsê bang li Yekîtiya Ewropayê kir ku peyameke xurt ji bo lêgerîna gazê ji Tirkiyê re rê bike.
YE jî dest bi rêkar û rêbazên bersivdayîna kirinên Tirkiyê li herêma aborî ya Qibrisê kir.

 

Li gorî civîna Yekîtiyê, meclis ji lêgerîna Tirkiyê ya ne-rewa li rojhilatê Deryaya Spî bifikar e û ji bêdengiya Tirkiyê aciz e.

Meclisa YE dîsan bang li Tirkiyê kir ku rêzdariya mafên serweriya Qibirsê bigire û kirinên xwe li wir rawestîne.

Berî niha YE bangeke bi vî rengî li Tirkiye kiribû.

Piştî vê bangê, bersiv ji serokê AKP’ê Erdogan hat.

Erdogan ragihand ku Tirkiye wê parastina mafên Qibirsiyên Tirk bike û got:

“Em nahêlin ti kes mafên birayên me yên li bakurê Qibirsê bin pê bike.”

Îro Birûksel jî li dijî van kirinan derket û difikire ku divê ceza li Enqereyê bê birîn.

Qibirs herêmên rojhilatê Deryaya Spî weke herêma xwe ya aborî diyar dike.

Dewleta Tirk jî dibêje ew, xwediya vê herêmê ye.

Leave a Reply

Back to top button