Ciwanên herêmê 3 roj in ber bi dêrikê ve meşa dirêj didomînin

3 roj in ciwanên herêmê bi meşekê ji Qamişlo ber bi Dêrikê ve diçin.
Bi vê meşê ciwan armanc dikin ku gef û êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê û başûrê Kurdistanê werin rawestandin.

Meş ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwana ve hatiye organîzekirin.

Taybet ciwan di vê meşê de hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re şermezar û red dikin.

Bi sedan endamên yekitî, tevger, rêxistin û saziyên ciwanan ên li herêmê beşdarî meşê bûne.

Îro sê roj in meş dewam e.

Ciwanên ku tevli meşê bûn piştgiriya xwe ya bi gerîlayan re anîn ziman berxwedana wan bi germî silav kirin.

Back to top button