Hêzên Sûriya Demokratîk eşkere kir ku Heyet Tehrîr Şam, destê xwe datîna ser Başûr û Rojavayê Efrîna dagirkirî.
Navenda ragihandina QSD’ê ragihand ku bi sopnseriya Tirkiyê û korîneya bi çeteyên “Artêşa Niştîmanî” re, heyet Tehrîr Şam derbasî deverên Başûr û Rojavayê Efrînê dibin..
Li gorî agahiyan jî, ev çeteyên di lîsteya terorê de, derbasî gundên Xezawiyê, Başûfan û Kibaşînê û hin deverên din dibin.
Berî niha jî QSD’ê bi raporekê diyar kiribû ku, dewleta Tirk kembera reş bi rêya bicihkirina çeteyên radîkal li Efrînê ava dike.