Li Brazîlya Jimara qurbaniyan gihişt 106 kesî

Ev bêtirî hefteyekê ye li Brazîlya baraneke zêde dibare.

Barana ku bandoreke zêde li rojhilatê welat kirî bi xwere karasatên xwezyî jî daye çêkirin.

Ji ber karasatên rûdayîn heta niha 106 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li bakur rojhilatê Brezîlyayê, ji bar barana zêde ku ji 24’ê Gulanê ve dibare rewş aloze.

Li gorî daxuyaniya hikumeta Eyaleta Pernambuco, ku paytexta wê Recife ye, li herêmên ku felaket lê çêbû, cenazeyên nû hatin dîtin.

Hate ragihandin ku hejmara qurbaniyan gihîştiye 106 kesî.

Di daxuyaniyê de hate gotin, hîn jî 8 kes winda ne û zêdeyî 400 endamên tîma agirkujê karê lêgerîn û rizgarkirinê dimeşînin.

Berpirsyarê Parastina Sivîl Hûmberto Freîre got,

“Heta ku ev kes hemû bêne dîtin, em ê bênavber bixebitin.”

Li Jardîm Monteverde ya navbera Recife û Jaboatao dos Gûararapesê herî dawî 3 cenaze hatin dîtin.

Herêm di nava heriyê de maye.

Li gorî hikumeta herêmî, li herêma Recifeyê zêdeyî 6 hezar kes ji cih û warê xwe bûn, xaniyên wan hilweşiyan.

Li 24 bajarokên eyaleta Pernambûcoyê rewşa lezgîn hate ragihandin.

Serokomarê Brazîlya Bolsonaro: Tiştên ku dibin biqewimin

Serokomarê muxafazakar ê tund Jaîr Bolsonaro ku bi polîtîkayên xwe yên li dijî hawirdorê tê naskirin, ji bo vê felaketê got ‘tiştên ku dibe biqewime’.

Lewma jî bû sedema nerazîbûnan.

Herî dawî meha Sibatê li herêma Petropolîsê ya eyaleta Rîo de Janeîro ji ber baranê û lehiyê 233 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Morengo: Baran nade kuştin, xaniyên birîsk dide kuştin

Pisporê felaketên xwezayî Jose Marengo diyar kir ku baran ji ber germahiya global jî be, sedema mirina ewqas mirovan bajarîbûna bi rengekî hovane ye.

Morengo got,

“Baran bi xwe nade kuştin.

Ya dikuje ew e ku malên li herêmên bi rîsk hatine çêkirin.”

Back to top button