Yewnanîstan û Tirkiye careke din hatine pêşberî hev

Di mijara gravan de carke din, Enqere û Atîna hatine pêşberî hev.
Serokwezîrê Yewnanîstanê Miçotakis di civîna YE de xwest ku Tirkiye ji ber polîtîkayên xwe yên binpêkirinê were şermezarkirin.
Serokomarê Fransa Macron jî diyar kir ku Yewnan di mijara gravên li Rojhilatê Egeyê de mafdar e.

Di nava hefteya dawiyê de, careke din mijara Gravên li Rojhilatê Egeyê bûye sedema aloziya navbera Tirkiye û Yewnanîstanê.

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron piştî civîna lîderên YE têkildarî mijarê axivî.

Macron: Atîna di mijara fikarên gravan de mafdar e

Emmanuel Macron anî ziman ku Serokwezîrê Yewnanîstanê Kiryakos Mitsotakis di derbarê Giravên Rojhilatê Egeyê de “fikarên rewa” hene.

Ji ber ku gelek rayedarên Tirk jî daxuyaniyên serweriya Yewnanîstanê ya li ser giravê dane.

Macron diyar kir ku YE bi taybetî jî Fransa wê piştgiriya Yewnanîstanê bidomîne û wiha got;

“Îro tu kes nikare serweriya welatekî endamê (YE) bike xeterê.

Divê ev daxuyanî di zûtirîn demê de bên şermezarkirin.”

Mîtsotakîs di civîna YE de daxwaza şermezarkirina Tirkiyê kir

Serokwezîrê Yewnanîstanê Mîtsotakis di rewşa dewamkirina aloziya navbera Tirkiye û Yewnanîstanê de ji YE daxwaza şermezarkirina Tirkiyê kir.

Mîtsotakis di civîna çapemeniyê ya piştî Civîna Serokên Yekîtiya Ewropayê (YE) de axivî û got,

“Eger Tirkiye di vê stratejiya bêaqil û bê encam de israr bike, min daxwaz kir ku ev mijar di Lûtkeya YE meha Hezîranê de bê nîqaşkirin.

Di daxuyaniya dawî de, têkildarî şermezarkirina vê provokasyona nû, nepêwîst û bêkêr a Tirkiyê û min xwest ku daxuyaniyeke teqez bê dayîn.”

Hefteya derbasbûyî Serokomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan bi awayekî eşkere anî bû ziman ku êdî Mîtsotakîs bo wî bidawî bûye.

Back to top button