YE cezayên li ser Sûriye salek din dirêj kir

Hikumeta Şamê ji ber kirinên xwe ji cezayên YE careke din xelas nebû.
YE biryar da ku cezayên li ser hikumeta Şamê salekê din dirêj bike.

Li gorî daxuyaniya Konseya Ewropayê, ji ber “zexta ku li Sûriyeyê li ser gelê sivîl tê kirin” cezayê heta 1’ê Hezîrana 2023’an hatiye dirêjkirin.

Hat diyarkirin ku 3 kes ji lîsteya cezayan hatine derxistin.

Bi vê re, 289 kes û 70 rêxistin di lîsteyê de mane.

Di nav cezayan de, cemidandina sermaye û qedexekirina rêwîtiyê jî heye.

Li Sûriyê, karsaz û kompaniyên nêzîkî rejîmê jî bûne armanca cezayan.

Sedema vê ya sereke, ji ber tundiya hikumeta Şamê piştî şerê navxweyî yê 2011’an li dijî gel dayî despêkirin.

Ji xeynî vê yekê hinardekirina petrolê, sînordarkirina hin rezamenî, cemidandina samanên Banka Navendî ya Sûriyê li YEyê, sînordarkirina hinartina amûr û teknolojiyên ku di zexta navxweyî de bên bikaranîn û çavdêriya ragihandinê jî di çarçoveya tedbîran de ne.

Ceza rê nadin şandina alîkariyên mirovî ya ji bo welat jî.

Back to top button