Ukrayna: Ji sedî 60’ê avahiyên li Luhanskê wêran bûne

Di ser şerê Ukraynayê re 3 meh derbas bûn.
Ji helwesta Rûsya û welatên Rojavayî diyar dibe ku ti niyeta wan a bidawîkirina şer tine ye.
Lewma hemû hewldanên wan berevajî bidawîkirina aloziyê ne.
Herî dawî, Amerîka qebûl kir ku pergala moşekên şer ên pêşketî bişîne Ukraynayê.
Piştî vê Rûsyayê hişyarî da ku ev yek wê rîska şerê navbera DYA û Rûsyayê zêde bike.

Pêşdeçûna leşkerên Rûsyayê li rojhilatê Ukraynayê dewam dike.

Îro 98 roje şerê li welat pêk tê.

Waliyê Herêma Luhanskê Serhiy Gayday duh di daxuyaniyekê de ragihandibû ku leşkerên Rûsyayê bajarê Severodonetsk heta asteke mezin kontrol kirine.

Serhiy Gayday anî ziman ku binesaziya bajêr hema bêje bi temamî hilweşiyaye û got, ji sedî 60’ê avahiyan xisar dîtiye.

Gayday destnîşan kir ku ji ber topbarana Rûsyayê nekarîn alîkariyê ji herêmê re bişînin û gelê herêmê ji veguhêzin cihên ewletir.

Bi girtina bajarên Severodonetsk û Lysychanskê re, Rûsya wê tevahiya herêma Luhanskê bixe bin kontrola xwe.

Amerîka qebûl kir ku moşekên pêşketî bişîne Ukraynayê

Piştî çend caran ji redkirinê, dawiyê serokê Amerîkayê Joe Biden, daxwaza şandina moşekên pêşketî ji bo Ukranyayê qebûl kir.

Moşek wê di çarçoveya pakêta alîkariya leşkerî ya bi buhayê 700 mîlyon dolarî de werin şandin.

Li gorî pisporên leşkerî, pergala moşekan a bi navê Hîmars, ji yên niha ku artêşa Rûsyayê bi kar tîne bi bandortir e.

Serokê Amerîkayê Biden li ser mijarê diyar kir ew ê bi şandina van moşekan bihêlin artêşa Ukraynayê tam li hedefên Rûsyayê bide.

Li aliyê din rayedarekî Amerîkî eşkere kir ku pergala Hîmars xwedî menzileya 80 kîlometrî ye.

Nehat eşkerekirin bê ka wê çend pergalên moşekan werin şandin.

Moskow bo amerîka: Alîkariya çekan bo Ukrayna rîska şerê bi DYA re zêde dike

Piştî daxuyaniyên Waşîngtonê ji Moskow bertek derket.

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Rîabkov ji Rîa Novostî re axivî û diyar kir ku radestkirina çekên Amerîkayê rîska şerê navbera Rûsya û DYA’yê zêde kiriye.

Rîabkov got,

“Her radestkirina çekên bi vî rengî rîskeke wiha zêde dike.”

Sergey Rîabkov îdîa kir ku DYA bi biryar e ji bo ‘têkçûneke stratejîk’ li Rûsyayê bike, heta Ûkraynayiyê dawî bimîne vî şerî bide meşandin.

Dîplomatê Rûs got,

“Ev rewşeke nû ye û metirsîdar e.”

Almanya moşek û sîstema radarê dişîne Ukrayna

Tevî gefên Moskow, Hikumeta Almanya jî ragihand ku ew ê moşekan û sîstema radarê bidin Kîevê.

Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz got,

Welatê wî wê moşekên nûjen ên dijî firokeyan û sîstemên radarê bide Ukraynayê.

Scholz da zanîn ku hikûmetê biryar daye ku mûşekên IRIS-T yên ku Almanya li gel welatên din ên NATOyê çêkirine, û sîstemên radarê ji bo dîtina cihên topxaneyên dijmin bide Ukraynayê.

Back to top button