Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên li dijî welatî û xwezaya Efrînê didomînin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê bîlançoya sucên meha gulanê eşkere kir..
Li gorî vê, li Efrînê 44 welatî hatine revandin, 3 kes hatin e kuştin û zêdetirî 200 darên zeytûn û henaran hatine birîn.
Ji 18`ê Adara 2018`an ve û heta niha artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê sûc û binpêkirinan pêk tînin.
Sûcên ku li kantona Efrînê têne belgekirin jî tenê beşek ji kiryarên dewleta Tirk e..
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê: Di meha Gulanê de 44 kes hatine revandin 3 jin û 9 kes jî temen mezin in
Li gorî rapora Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di meha Gulanê de 44 welatî di nav de 3 jin û 9 kesên temenmezin revandin.
Li gorî bîlançoyê;
Li navçeya Mabeta û gundên wê, MÎT’a Tirk û çeteyên bi navê Polîsên Leşkerî 13 welatî revand ku di nava wan de 5 kes temenmezin in.
Li navçeya Raco û gundên wê 7 welatî hatin revandin û di nava wan de 2 kesên temen mezin in..
Li navenda Efrînê 7 welatî di nav de yek temenmezin hatin revandin….
Li navçeyên Bilbilê, Şêrawa û Cindirêsê jî 11 welatî di nav de kesekî temenmezin hatin revandin..
Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê – Sûriyê çeteyên dewleta Tirk û MÎT’a Tirk 3 jinên ji kantona Efrînê revandine jî navê wan wiha ne:
Arîn Fexrî Mislim (35), Hemrîn Îbrahîm (29) û Helîma Çolo (55).
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê: MÎT’a dewleta Tirk 3 Efrîniyên li Tirkiyê koçber jî revandin
Ne tenê li Efrînê, li Tirkiyê jî 3 welatiyên ji Efrînê ji aliyê MÎTa Tirk ve hatine revandin.
Navê wan jî wiha ye: Mihemed Bilo (35) Yûsiv Hisên Çolaq û Mihemed Umer (19).
Ev Efrînî wekî koçber li Tirkiyê diman û dema diçûn karên xwe di dîrokên cuda yên meha gulanê de hatin e revandin..
Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê: Zêdetirî 200 darên zeytûn û henaran hatin birîn
Her wiha Rêxistina Mafê Mirovan eşkere kir ku serçeteyê bi navê Mihemed Sîrac Elî yê ji bajarokê Heyan ê Helebê jî zêdetirî 70 darên Zeytûnê li navçeya Bilbilê birîne..
Ev dar jî yê Efrîniyê bi navê Ehmed Miho ne..
Dîsa çeteyên bi navê Feyleq El-Şam jî zêdetirî 150 darên zeytûn û henaran birîn.
Her wiha li gorî daneyên dawîn ên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê, li Efrîna dagirkirî 3 welatî hatine kuştin.
Hêzên Sûriya Demokratîk: Tirkiye çeteyên Heyet Tehrîr El Şam li Efrînê bi cih dike
Navenda ragihandina QSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku bi sopnseriya Tirkiyê û koordîneya bi çeteyên “Artêşa Niştîmanî” re, heyet Tehrîr Şam derbasî deverên Başûr û Rojavayê Efrînê dibin..