Şefê rêjîma Tirk niyeta xwe eşkere kir: Em di demeke nêz de êrişî Til Rifat û Minbicê bikin

Şefê rêjîma Tirk Erdogan, îro niyeta xwe a ji bo tevgerene nû ya dagirkeriyê eşkere kir.
Erdogan dûbare anî ziman ku ew ê seranserê herêma sînor bi qasî 30 kîlometre bikevin nava axa Bakurê Sûrî û got;Em derbasî qonaxeke nû bû, weke gava pêşî em ê bikevin Til Rifat û Minbicê.

Di wextekî ku cîhanê li hemberî şerê li Ukraynayê ketiye nava alarmê û tevgera Rûsyayê weke dagirkerî binav dike de, dewleta Tirk niha dixwaze heman tiştî bi serê herêmên Bakurê Sûrî bîne.

Û heta vê gavê ji bilî gotinên têne naskirin, “em bi fikarin” ti helwest nîşan nedane.

Berevajî, piraniya wan bi awayekî eşkere çavên xwe li êrişkariya dewleta Tirk digrin.

Îro şefê rêjîma Tirk Erdogan di civîna koma partiya xwe de, niyeta tevgereke nû ya dagirkeriyê eşkere kir.

Erdogan careke din hewl da êrişa xwe a dagirkeriyê di bin navê “herêma ewle” de rewa nîşan bide.

Li seranserê sînorên me ên Başûr, bi kûrahiya 30 kîlometre em biryardariya xwe a avakirina “herêma ewle” nîşan didin. Di vî warî de em derbasî qonaxeke nû dibin.

Weke gava pêşî ya dagirkeriyê jî, Erdogan behsa 2 navenda kir:

Em ê bikevin Til Rifat û Minbicê.

Şefê rêjîma Tirk bi vê yekê jî sînordar neme û peyam da ku ew ê gav bi gav derbasî herêmên din bibin.

Erdogan di berdewamiya gefên xwe de bang li hêzên cîhanî jî kir û got,

Dema êrişa me destpê bike, em ê binerin bê wê kî destekê bide û kî jî wê li dij derkeve.

Di vî warî de Erdogan bêyî ku binav bike, behsa Rûsya û Amerîkayê kir.

Di Berdêla çi de wê Rûsya destûra êrişê bide Enqerê?

Lewma ev herdû dewlet li ser axa Sûrî hem xwedî hêzên û hem jî xwe weke garantorê asntengkirina êrişên dewleta Tirk binav dikin.

Û niha herî zêde helwesta herdû welatan derdikeve pêş.

Li vir a herî girîng jî helwesta Rûsyayê ye.

Lewma qada ezmanî ya Til Rifat û Minbicê di bin kontrola wê de ye.

Li gorî şîroveya, beramberê mafê vetokirina serlêdana NATO a Fînlandîa û Siwêdê, Rûsya wê destûrê bide Tirkiyê ku êrişî herêmê bike.

Gelo wê Biden li helwesta xwe a sala 2019’an xwedî derkeve?

Amerîka jî weke her carê heta niha ji derveyî helwesta “em bi fikarin” ti gavên ber bi çav neavêtine.

Herî dawî serokê heyî Joe Biden, Cotmeha sala 2019’an li dijî helwesta Trump nerazîbûneke wiha nîşan dabû:

Di şerê têkbirina DAIŞ’ê de, Kurd bi roleke sereke rabûn. Di vê oxirê de gelek qurbanî dan. Niha Turmp dest ji wan berdaye.

Ev kareke kirêt e.

Back to top button