ŞANDA SWÊDÎ BI DESTEYÊN RÊVEBERIYA XWESER RE DICIVE Û SOZA PIŞTGIRIYÊ DIDE

Serdana Şandeya Swêdî li herêmên bakur û rojhilatê sûrî dewan dike. Îro jî şandeyê serdana gelek desteyên rêveberiya xweser kir û soza alîkariyê da wan. Şandeyê serdana meclisa rêveber û zogonsaz ya herêma cizîrê jî kir.
Serokê şandeyê di serdanê de got: Tecrubeya rêveberiya xweser serkeftiye û nimûneya herî demokratîk e. Li Swêdê mîna vê sîstema demokratîk nîne. Ji ber vê jî em ê sûdê ji vê tecrubeyê bigirin.

 

Serdanên şandeyên ji gelek welatên derve ji bakur û rojhilatê sûriyê re taybet piştî têkbirina çeteyên DAIŞ’ê , zêde bûye.

Şandeyek ji Siwêdê duh derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû.

Şande ji nûnerê navneteweyî yê Siwêdî yê dosyaya Sûriyê Bar Ornioz, berpirsê dosyaya Sûriyê yê wezareta derve ya Siwêdê Cariwan Weinbach,

berpirsê bernameya alîkariyê ya cîhanî (SIDA) Bridance û şêwirmenda qanûnî Afîn Çitîn pêk hat.

Îro şandeyê serdana xwe li navçeya Amûdê dewam kir û bi desteyên tendrustiyê û prewerdeyê yên rêveberiya xweser re civiya.

Şandeyê jî soza piştgiriyê û alîkariyê dayînê di aliyê tendrustiyê û perwerdeyê de ,da.

Piştre şandeyê bi desteyên rêveberiyên herêmî û şaredariyan re civiya.

Paşê şandeyê berê xwe da bîroya kar û barên mirovî ya rêveberiya xweser û soza alîkarî da.

Şandeya Swêdî piştî lidarxistina van çar civînan , serdan mecilsa zagonsaz û rêveber a herêma cizîrê kir.

ŞANDA SWÊDÎ :
LI VIR TECRUBEYA RÊVEBERIYA XWESER NIMÛNEYA DEMOKRATÎK E

Li wir şandeyê diyar kir ku projeya rêveberiya xweser projeyeke gelekî serkeftîye .

Serokê şandeyê got:

Em weke ewropiyan em li beramberî vê projeya demokratîk matmayî ma ne.

Ji ber ku ev sistema li vir tê rêvebirin dibe ku li Swêdê tunebe .

Ez gelekî serbilidim ku min serdana vê deverê kiriye , em ê ji vê tecrûbeya we ya demokratîk sûd bigirin.

Doh jî şandeyê serdan bîroya têkiliyê derve ya rêveberiya xweser kir û ji bo avakirina dadgeheke navdewletî piştgiriya xwe nîşandan.

Herwiha şandeyê serdana goristana şehîd Delîl Saroxan , kongreya star û 26 partiyên siyasî kir.

Tê payîn ku şandeya Swêdî serdana fremandarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdê jî bike.

Leave a Reply

Back to top button