Navenda ragihandinê ya QSD: Tu têkiliya me bi topbarankirina Girê Spî tune ye

Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê da zanîn ku hêzên wan tu êrişa bi moşekan li dijî Girê Spî ya dagirkirî pêk ne aniye.

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku tu têkiliya hêzên wan bi êrişa moşekan a li dijî bajarê Girê Spî tune ye.

Daxuyaniya QSD’ê wihaye: “Malperên girêdayî dewleta Tirk a dagirker nûçeyên derew belav kirin û tê de îdia dikin ku hêzên me bi moşekan bajarê Girê Spî yê dagirkirî hedef girt.

Em piştrast dikin ku hêzên tu êriş di saetên borî de li ser wê herêmê pêk neaniye.

Li gorî çavkaniyên herêmî navenda bajêr bi rêya balafireke bêmirov a nenas hate hedefgirtin.”

Di encamê de kuştî û birîndar çêbûn.

Back to top button