Saziyên Amerîkî yên xwedî biryar li dijî êrişên nû derketin

Serokê rêjîma dewleta Tirk a dagirker Erdogan li vê dawiyê li ser gefên dagirkirinê li bakur û rojhilatê Sûriyê dixwe. Amerîka bi rengekî fermî û aşkere li dijî van gefan derket.

Îro wezîrê karê derve yê Amerîka Antonî Bilînkin di konferanseke çapemeniyê li gel sekreterê giştî yê Natoyê Stoltenbêrg axivî û wiha got: Eger êrişeke Tirkiyê ya nû li ser bakurê Sûriyê pêk were, wê ewlehiyê têk bibe.

Her wiha berpirsekî wezareta parastinê ya Amerîkayê jî got ku rêveberiya Biden Tirkiyê agahdar kir ku ew li dijî êrişê ne û wiha dewam kir;

Eger Tirkiyê êrişeke yekalî pêk bîne, bi taybet li ser Til Rifet, Minbic û Eyn Îsayê, wê têkiliyên her du welatan ber bi rewşeke xeternak ve bibe û wê zirarê bigihîne, berjewendiyên welatiyên Kurdên li Sûriyê.

Amerîka wê piştgiriya xwe ji Hêzên sûriya Demokratîk re berdewam dike û ew rêzê ji tekoşîna QSD’ê ya li DAIŞ’ê re digirin û di ber çavan re derbas dikin.

Berpirsê Pantagonê wiha axaftina xwe dewam kir; Eger Tirkiyê bi ya xwe bike û êrişî hevalbendên me li Sûriyê YPG û QSD’ê bike û ewlehiya wan ya jiyanî û aborî bixe xeteriyê, wê Kongresa Amerîkî wê cezayan li ser Tirkiyê bisepîne.

Back to top button