Di çarçoveya operasyoneke ewlehiyê de li bajarokê Mergede yê rojhilatê Hesekê QSD’ê ragihand ku wan 4 çeteyên DAIŞ`ê girtin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk girêdayî vê yekê ev agahî parve kirin:
Operasyon ji aliyê Yekîneyên Têkoşîna Terorê li dijî DAIŞ`ê ve hat destpêkirin.
Hêzên me di 30’yê Gulanê de hemleyek li dijî şaneyên DAIŞ’ê li bajarokê Mergede yê rojhilatê Hesekê li dar xist.
Di wê hemleyê de Hêzên me 4 terorîst girtin di nav de serçeteyek heye.
Her wiha çek û cebilxaneya pê re desteser kirin.”
QSD’ê eşkere kir ku ev şane li dijî hêzên wan û sivîlan êrişên terorîst pêk dianîn û got :
“Van çeteya Çek û cebilxane ji şaneyên din re peyda dikirin.
Her şaneyek ji 4 terorîstan pêk tê.”