10 ciwanên Kurd û Ereb tev li nav refên gerîla bûn

Meşa Dirêj a Ciwanên Şoreşger bi dawî bû. Piştî meşê 10 ciwanên Kurd û Ereb derketin pêşberê çalakvanan sozdan û tev li nav refên gerîla bûn.

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ji bo piştgiriya gerîla û şermezarkirina xiyaneta PDK’ê 30’ê Gulanê meşeke dirêj a sêrojan li Qamişlo heta Dêrikê da destpêkirin.

Gelek ciwanên Kurd û Ereb di meşê de cihên xwe girtin.

Doh di roja 3’an de meşa ciwanan gîhîşt dêrikê.

Dema ciwan gîhîştin dêrikê ji aliyên şêniyên bajêr ve hatin pêşwazî kirin.

Beşdar li Navenda Şehid Bawer a Ciwanên Şoreşger a li Dêrikê kom bûn.

Piştî deqeyek rêzgirtin, endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Tolhildan Zerdeşt axivî û bang li ciwanan kir ku li dijî dagirkeriyê û xiyanetê di nav têkoşînê de cih bigrin.

Piştî axaftinan 10 ciwanên kurd û ereb ji bo beşdariya nav refên gerîla sozên xwe dan.

Çalakî bi gerandina govendê bi dawî bû.

Back to top button