Li Qada Metînayê helîkoptereke şer a artêşa Tirk hate xistin. Ev yek ji aliyê çavkaniyên HPG’ê ve hate piştrastkirin.
Ji 17’ê Nîsanê ve artêşa Tirk bi tevlîbûna deh hezaran leşker û teknîka herî giran, hewl dide herêmên Zap û Metînayê dagir bike.
Bêtirî 45 roj in, ji ber berxwedana gerîlla, artêşa Tirk negihiştiye armancên xwe.
Û rojane darbên giran dixwe.
Çavkaniyên HPG’ê îro ji Ajansa Nûçeyan a Firatê re ragihandin ku gerîllayên wan li herêma Metînayê helîkoptereke artêşa Tirk xistine xwarê.
Tê payîn ku di saertên pêş de Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê rêkildarî mijarê raya giştî agahdar bike.
Ji roja destpêkirina tevgera dagirkeriyê, heta niha gerîlla 3 helîkopterên artêşa Tirk anîne xwarê û darb li dehan helîkoptgerê jî xistine.