Li gundê Um Mihermel ê Zirganê zarokek birîndar bû

Êrişên îro yên dewleta Tirk li ser navçeya Zirganê, hiştin ku zarokekî 14 salî bi giranî birîndar bibe.
Di heman dema êrişên li ser wê navçeyê de, gundên Til Temir jî rastî êrişan hatin.
Û derdora baregeha Rûsya û navenda kehrebeyê jî mîna gelek caran bûn armanc. 

Ev encama êrişên îro yên li ser Zirganê ne.

Îro bi dijwarî dewleta Tirk êrişî navçeyên Zirgan û Til Temir kirin.

Navenda navçeya Ziranê û gundên bakurî wê hatin topbarankirin.

Ev gund jî, Mehrmele û Xidrawî û mezrayên Bobî û El-Bek bûn.

Di topbarana li ser gundê Um Mihermelê yê bakurê navçeya Zirganê de, zarokek birîndar bû.

Ev zarok Mihemed Yûsif e û 14 salî ye.

Ji ber birîna wî ya giran ew ji Nexweşxaneya Dirbêsiyê rakirin Nexweşxaneya Sarya ya bajarê Hesekê.

Di heman dema van êrişan de, tevgera balafirên bêmirov jî li asîmanê herêmê hebû.

7 gund û navenda kehrebeyê yên Til Temirê hatin topbarankirin

Tevî gundên Zirganê, yên Til Temirê jî mîna her roj ji êrişan nefilitîn.

Taybet gundên El-Ebûş, Dirdara Til Şenan, Qesir Toma Yelda, Til Cuma, El-Exêbiş û Tewîla bûn armanc.

Tevî van gundan derdora baregeha Rûsya û navenda kehrebeyê ya Til Temirê jî hatin topbarankirin .

Şevê din jî ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve li ser gundê Şeşê yê li rojavayê Girê Spî êriş hebûn.

Di wê êrişê de, jinek û zaroka wê bi giranî birîndar bûn.

Gef û êrişên dewleta Tirk dema dawî zêde bûne û bêdengiya navneteweyî ya li hember êrişan jî dihêle her roj bîlançoya van êrişan bilind bibe û ziyan mezintir bibin.

Back to top button