PYD: ENKS KOMKUJIYÊN DEWLETA TIRK LI DIJÎ KURDAN REWA DIKE

Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê têkildarî idiyaên ENSK’ê yên li ser Rêveberiuya Xweser daxuyaniyek nivskî weşnad.
PYD’ê diyar kir ku, ev daxuyaniya ENKS’ê berdewamiya dijberiya AKP’ê ye û di derheqê yekîtiya Kurdî de, kampaxî ye.

PYD’ê got:

Di wextekê de şandeya Rojava ji bo Yekîtiya Kurdî li Başûr e, ENKS’ê idiayên bê bingeh di avêje holê.

ENKS bi daxuyaniya xwe berpirsyariya şewatê dixe ser milê me.

Ev yek bi ti awayî nayê qebûlkirin û nabe siyast li ser birînên gel werin kirin.

PYD’ê destnîşan kir ku, ev daxuyaniya ENSK’ê dewamiya daxuyaniya Bînalî Yeldirim û Nesir El-Herîrî yên dijminên gelê Kurd in.

PYD’ê îşaret bi rewşa heyî ya ENKS’ê kir û diyar kir ku, ev meclis bi vê daxuyaniyê hewl dide krîz û parçekirina xwe veşêre û kiriyarên Dewleta Tirk li ser gelê Kurd rewa bike.

Di heman demê, ev pêngaveke reşkirinê li dijî Rêveberiya Xweser û derxistina tevliheviyê di nava pêkhateyên herêmê de ye.

PYD’ê teqez kir ku, ew careke din amdekariyên xwe ji b pêkanîna bryarên KNK’ê yên di warê Yekîtiya Kurdî de nîşan didin.

Leave a Reply

Back to top button