
Endamê YNK’ê Ehmed Eskerî û Pêşmergeyê Dêrîn Rêbîn Şemamkî êrişên li ser Başûrê Kurdistanê bi tundî red kirin û gotin:
“Tirkiye dixwaze Başûr jî mîna Efrînê dagirk bike.”
Bertekên li dijî êrişên dewleta Tirk yên li dijî gerîla û hevkariya PDK’ê pêre zêde dibin.
Endamê Serkirdayetiya YNK’ê Ehmed Eskerî, eşkere kir ku YNK’ê hîna li ser helwesta xwe ya nîştimanî û Kurdayetî ye.
Her wiha anî ziman ku ew dagirkeriyek nû li ser xaka Kurdistanê û binpêkirina mafên gelê Kurdistanê red dikin.
Nivîskar Rêbîn Şemamkî: Tirkiye dixwaze Başûr dagir bike
Nivîskar û Pêşmergeyê Dêrîn ê Hewlêrê Rêbîn Şemamkî jî anî ziman ku Tirkiye dixwaze Başûr mîna Efrînê dagir bike.
Rêbîn Şemamkî balkişand ser helwesta PDK’ê ya li hember êrişan û diyar kir ku PDK’ê newêre li dijî êrişan derkeve.
Dawiyê, Rêbîn Şemamkî teqez kir ku wê wisa ji Erdogan re neçe serî û ji niha ve ber bi rûxîne ve diçe.
Mamoste Aram Qadir: Tirkiye ji hebûna Kurdan ditirse
Mamostayê Zanîngeha Raperîn ya Başûrê Kurdistanê, Aram Qadir jî dibêje ”Dewleta Tirk ji hebûna Kurdan ditirse ji ber wê êrişên xwe zêde kirine.”