Dadgeha Hollandayê 3 sal û nîv ceza li jina DAIŞ’î birîn

Yekem jina DAIŞ’î li Hollandayê hat darizandin.
Ev jin jî bi navê Bûka DAIŞ’ê tê naskirin.
Dadgeha Hollandayê 3 sal û nîv cezayê girtin lê birî.

Dadgeha Rotterdam a Hollandayê bi daxuyaniyekê ragihand ji ber tevlîbûna rêxistinên terorîst cezayê girtinê heta 3 sal û nîvan li jina 28 salî ya DAIŞ’î hat birîn.

Li ser idîayên vê jinê yên redkirina tevlîbûna DAIŞ’ê jî, dadgehê da zanîn hemû idîa bêbingeh in.

Ev jin bi navê Ilham tê naskirin û nasnavê Bûka DAIŞ’ê jî lê hatiye kirin.

Sala 2013 derbasî Sûriyê bû û paşê bi hevjînê xwe re tevli Cebhet El Nusra û DAIŞ dibe.

Piştî demeke dirêj ji mayîna wê ya di nav DAIŞ’ê de, sala 2017 ji aliyê QSD’ê ve tê girtin.

Deshilata Hollandî jî sala 2021’ê ji bo darizandinê wê vedigerîne.

Ev yekem jin e, li Hollandayê bi sûcekî wiha tê darizandin.

Heta niha bi hezaran jinên DAIŞ’î mîna wê li kampa Holê ne û her roj ji ber sûcên wan, mirov dibin qurban û tên kuştin.

Back to top button