Ebdulkerîm Omer: Êrişeke nû li ser xaka Sûriyê wê aloziyê dirêjtir û kûrtir bike

Ebdulkerîm Omer Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser dibêje:
“Eger êrişeke nû li dijî xaka Sûriyê çêbibe wê rewşa heyî aloztir bike û derfetê bide DAIŞ`ê ku jinûve xwe bi rêxistin bike.”
Omer bang li civaka navneteweyî kir ku zextê li Tirkiyê bike da ku binpêkirinên xwe rawestîne.

Gef û êrişên dawî yên dewleta Tirk li ser herêmê, wê bi xwe re encamine kambax ku bandorê li ser tevahî Sûriyê bike, bîne.

Ev yek ji aliyê şîrovekar û berpirsên herêmê ve tê nirxandin.

Girêdayî mijarê Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Ebdulkerîm Omer ji ajansa Hawarê re nirxandin kir.

Ebdulkerîm Omer da zanîn ku Dewleta Tirk her tim aloziyên navneteweyî bi kar tîne da ku projeyên xwe yên dagirkirinê pêk bîne.

Li ser projeya bicihkirina milyonek penaberên Sûrî li herêmên dagirkirî Ebdulkerîm Omer anî ziman: “Ev projeyeke nîjadperestiyê ye û armanca wê guhertina demografiya herêmê ye.”

Omer bi bîr xist ku dewleta Tirk a dagirker şerê Rûsya-Ukraynayê, mijara tevlîbûna Fînlanda û Swêdê ji NATO`yê re bi kar anî û ev got:

“Erdogan van rewşan bi kar tîne da ku siyaset û projeyên xwe pêk bîne.”

Çi êrişa li ser xaka Sûriyê wê aloziya Sûriyê dirêjtir bike, aramî û ewlehiya herêmê xirab bike .”

Ebdulkerîm Omer: Rêveberiya Xweser ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê dixebite

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve Ebdulkerîm Omer eşkere kir ew hewl didin têkiliyên bi derve re xurt bikin da ku rolekê di çareserkirina aloziya Sûriyê de bilîzin.

Û dawiyê bang li civaka navneteweyî kir ku zextê li dewleta Tirk bike da ku binpêkirinên xwe derheqê gelê herêmê de rawestîne.

Back to top button