KCDK-E WÊ 25’Ê HEZÎRANÊ NOBEDA ÇALAKIYA ‘AZADÎ JI OCALAN RE’ DEWR WERBIGIRE

Nobeda ‘Azadî ji Ocalan re’ ku 25’ê Hezîrana 2012’an li Strasbourg a Fransayê dest pê kiribû, wê 25’ê Hezîrana îsal heft salan li pey xwe bihêle.
Di vê çarçoveyê de Dîwana Hevserokatiyê ya Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistanê li Ewropayê (KCDK-E) diyar kir ku wê çalakiya nobedê dewrbigrin û banga tevlîbûnê kir.

Di daxuyaniya KCDK-E’yê de hate ragihandin, têkoşîna ji bo azadiya Ocalan divê bi biryardarî bidome û wiha hat gotin:

“Ji 25 heta 29’ê Hezîranê wê hevserokên KCDK-E û saziyên ser bi wê ve çalakiya nobeda “Azadî ji Ocalan re” dewr werbigire.

KCDK-Ewropa bang li nûnerên saziyên Kurdistanî û Tirkî û kesayetan kir ku 25’ê Hezîranê saet 11’an li Strasbourgê di dema daxuyaniya çapemeniyê de amade bin.

Her wiha hate ragihandin ku wê 29’ê Hezîranê bi çalakiyeke girseyî nobed dewrî çalakgerên din bê kirin.

Leave a Reply

Back to top button