Li Severodontsk ji sedî 90 avahî hilweşiyane

Sibe 100 rojên êrişa Rûsya ya li dijî Ukrayna tejî dibe.
Rêveberiya Kîevê li wê yekê mikur hat ku rojane bi dehan leşkerên wan tên kuştin.
Serokomarê Ukrayna Zelensky got,
Rojane, derdora 60 heta 100 leşkerên me têne kutşin.
Hemwextî vê, bajarê Severodontsk jî êdî dikeve kontrola Rûsya.
Dema ev yek li sînorê Rûsya-Ewropa pêk tê de, metirsiya ewlekariyê li nava Ewropa belav bûye.

Êrişa Moskow ya li ser xaka Kîevê di roja xwe ya 99’an de ye.

Hêzên Rûs giraniyê didin ser kontrolkirina herêma Lûhanskê ya li rojhilatê Ukraynayê.

Lewma li vê herêmê şerekî giran diqewime.

Severodonetsk ku bajarê girîng ê Lûhanskê ye, piraniya wê ketiye destê Rûsyayê.

Tê gotin ji sedî 90’ê bajêr ji ber bombardûmanê hilweşiya ye.

Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelensky diyar kir ku ew li rojhilat “ketine çeperên parastinê.”

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên rojavayî ji eniyê dane, hêzên Rûsyayê jî di vî şerî de derbên giran xwarin.

Zelensky: Rojane 60 heta 100 leşkerên me tên kuştin

Volodymyr Zelensky di hevpeyvîneke li gel medyaya Amerîkî Newsmaxê kirî de, wiha got;

“Di şer de her roj ji 60 heta 100 leşkerên Ukraynayê dimirin û 500 leşker jî birîndar dibin.

Rewş li rojhilat bi rastî dijwar e.”

Zelensky: 243 zarok hatine kuştin

Zelensky di Roja Cîhanî ya Zarokan de behsa zarokên Ukraynayî kir.

Serokomarê Ukrayna ragihand ku di şerê ku Rûsyayê li Ukraynayê daye destpêkirin de heta niha 243 zarokan jiyana xwe ji dest dane.

Li gor nûçeya rojnameya The Guardianê, Zelensky diyar kiriye ku 200 hezar zarok jî bi zorê derbasî Rûsya hatine kirin.

Sererkaniya Ukraynayê îro bi daxuyaniyekê ragihand ku heta niha 30 hezar û 850 leşkerên Rûsya hatine kuştin.

Ne pêkan e ku mirov vê agahiyê ji çavkaniyên din rast bike.

Rûsya jî derbarê windahiyên xwe de daxuyaniyên zelal nade.

Di vê navberê de, piştî ku DYA’yê biryar da sîstema roketavêj bide Ukraynayê, Almanya biryarek heman derxist.

Bi şerê li Ukrayna re, li nava Ewropa bi awayekî giştî metirsiya ewlekariyê derketiye pêş.

Almanya: 60 helîkopterên Chinook dikire

Wezîra Parastinê ya Almanyayê Christine Lambrecht di axaftina xwe ya li meclisê de ragihand ku Almanya dê 60 helîkopterên bi tîpa Chinook ji şirketa Boeingê bikire.

Lambrecht derbarê malyeta helîkopteran de agahî neda.

Wezîra Alman diyar kir ku bi vê gavê re ew ê hevkariya xwe ya bi welatên Ewropayê re xurt bikin.

Rêveberiya Hollanda jî piştî şerê sar cara yekem maliya ji bo çekan cudakirî de asta rekorê derbas kir.

Back to top button