DYA bersiva Erdogan da: Em li dijî oparasyoneke li Sûriyê ne

Li dijî gefên Serokê rejîma Tirkiye Erdogan ya dagirkiriyek nû li bakurê Sûrî ji Waşîngtonê bertek derket.
Wezîrê Karên Derve yê Amerîka Blinken têkildarî gefên Erdogan ew hişyar kir.
Blinken got, “ew bi hevkarên xwe re şerê li dijî DAIŞ’ê bi bandor didomînin.”
Sekreterê NATO Stoltenberg jî got, wê li Brukselê bicivin.
Têkildarî mijarê heta niha ji Moskow ti helwestek derneketiye.

Doh şefê rêjîma Tirk Erdogan di civîna koma partiya xwe de, niyeta tevgereke nû ya dagirkeriyê eşkere kir.

Piştî daxuyaniya şefê rejîma Tirkiyê, berteka despêkê ji Waşîngtonê hat.

Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Antony Blinken û Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg di civîna çapemeniyê ya hevpar a piştî hevdîtina xwe ya li Washingtonê de derbarê Tirkiyeyê de peyam dan.

Antony Blinken li ser planên wê yên operasyoneke leşkerî li bakurê Sûriyê hişyarî da Tirkiyê û got,

Pêngaveke wiha wê herêmê bixe metirsiyê.

Blinken bang li Tirkiyeyê kir ku rêzên agirbestê yên ku di peymana 2019’an de bi DYAyê re hatiye kirin, tev bigere û ev tişt anî ziman:

“Ev tiştekî ku em ê li dij derkevin.

Fikara me ew e ku her operasyoneke leşkerî ya nû wê aramiya herêmê qels bike û firsendê ji bo ku aktorên xerab ji bêîstiqrariyê sûd werbigirin çêbike.”

Erdogan careke din hewl da êrişa xwe ya dagirkeriyê di bin navê “herêma ewle” de rewa nîşan bide.

Li seranserê sînorên me ên Başûr, bi kûrahiya 30 kîlometre em biryardariya xwe a avakirina “herêma ewle” nîşan didin.

Di vî warî de em derbasî qonaxeke nû dibin.

Em ê bikevin Til Rifat û Minbicê.

Dya bersiva Erdogan da: Em têkoşîna li dijî DAIŞ’ê bi hevalbendên xwe re didomînin

Blinken bêyî ku navê YPG’ê bilêv bike, teqezî li ser giringiya şerê li dijî DAIŞ’ê yê li Sûriyê kir.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîka got:

“Em bi awayekî bi bandor şerê li dijî DAIŞ’ê li hundirê Sûriyê bi rêya hevkarên xwe dimeşînin.

Em naxwazin tiştekî ku hewlên ji bo mayîna DAIŞ’ê di nav sindoqa ku me ew xistine tê de, bixe xeteriyê bibînin.”

Sekreterê Giştî yê NATO Stoltenberg: Di rojên pêş de wê li Brukselê civîn pêk were

Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg di civîna çapemeniyê de axivî û diyar kir ku ew ê “di rojên pêş de” li Brukselê civînekê li dar bixin û tê de bi rayedarên payebilind ên Swêd, Fînlandiya û Tirkiyeyê re bicivin.

‘Helwesta Moskow piştî serdana Lavrov ya Tirkiyê wê diyar bibe’

Hêzek din ya li Sûrî xwedî bandor Rûsyaye.

Lê balkêş e heta niha ji Moskow derbarê gefên serokê rejîma Tirkiyê Erdogan ve ti helwestek derneketiye.

Li gorî şîroveyan tê gotin,

Rûsya li benda civîna piştî Wezîrê Karên Derve yê Rûsya Sergey Lavrov ya bo Tirkiye, wê helwesta xwe diyar bike.

Şefê rêjîma Tirk niyeta xwe eşkere kir: Em di demeke nêz de êrişî Til Rifat û Minbicê bikin

Saziyên Amerîkî yên xwedî biryar li dijî êrişên nû derketin

Back to top button